Sullivan ji Sûdanî re: Pêwendiyên Bexda û Hewlêrê asayî bike û piştre serdana Washingtonê bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî beriya serdana xwe ya bo Washingtonê rastî zextên Amerîkayê yên ji bo çareserkirina kêşeyên li gel Herêma Kurdistanê hat.

Li gor malpera “Al-Monitor” a Amerîkî di rojeva serdana Sûdanî ya bo Washingtonê de, çareseriya rîşeyî ya kêşeyên hilawîstî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de di rêza herî pêş a bernameya Washingtonê de ye ji bo pêşwazîkirina li Serokwezîrê Iraqê, ku biryar e di meha nîsana bê de be.

Li gorî du jêderên pêbawer ên wê “Al-Monitor”, ev fişar di hevdîtina Sûdanî û Şêwirmendê Asayîşa Netewî ya Amerîkayê Jack Sullivan de ku li perawîza Korbenda Aborî ya Cîhanî li Davosê bû, hat hîskirin. Çavkaniyekî ku nexwest navê xwe eşkere bike re ji wê malperê re got: Sullivan ji Sûdanî re gotiye: “Divê serdana wî divê di bin şert û mercên baş de be û bi asayîkirina pêwendiyên bi Hewlêrê re nîşan bide.”

Li gor nûçeya Al-Monitorê, Sullivan ji Sûdanî re gotiye: “Divê berî serdana Washingtonê, hûn pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê asayî bikin.” Herwiha got jî: “Eger hûn aramiyê di Iraq de û berjewendiyên Amerîkayê dixwazin, divê hûn pirsgirêkên bi Herêma Kurdistanê re çareser bikin û dosyaya neftê ku yek ji wan arîşeyên hilawîstî ye, divê bê çareserkirin.”

Roja Şemê, 24.02.2024, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi vexwandineka fermî gehişt Waşintona paytexta Amerîkayê. Serokwezîr Mesrûr  Mesrûr Barzanî roja 1ê bi Şêwirmendê Asayişa Niştîmanî ya Amerîkayê Jake Sullivan re civiyabû.

Koçka Spî di derheqa civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Amerîkayê Jake Sullivan de ragehandinek belav kir ku tê de hatiye, Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Amerîkayê Jake Sullivan li Koçka Spî bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiya.

Herwesa di wê ragehandinê de hatiye, Sullivan rêz û spasiyên xwe ji bo hevpariya domdirêj a navbera Kurdistanê û Amerîkayê diyar kirin, herwesa ew yek jî tekez kir ku arîkarî û piştevaniyên Amerîkayê ji bo Kurdistaneke bihêz û şiyan ji aliyê aborî ve berdewam be, wekî ku di destûrê Îraqê de amaje pê hatiye dan. Sullivan herwesa amaje da rolê diyar ê hêzên Pêşmergeyan di şerê dijî teroristên DAIŞê de û tekez li ser hevpeymaniya dîrokî ya navbera Amerîkayê û Pêşmergeyan kir.

Koçka Spî herwesa ron kiriye, Sullivan hevxemiya xwe ji bo hêzên Pêşmergeyan û xelkê sivîl ê Kurdistanê diyar kir, ku di şerê dijî DAIŞê de gelek qurbanî dane û canîfedayî kiriye. Tekez jî kir ku Amerîka ji bo bihêzkirina ewlehiyê piştevaniya Herêma Kurdistanê dike.

Koçka Spî eşkere jî kir, Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Amerîkayê êrîşên Îranê û hêzên girêdayî wê yên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kirin.

Sullivan tekez jî kir, Amerîka piştevaniya danûstandinên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê dike, ji bo ku arêşeyên navbera xwe çare bikin, wekî dahata berdewam û budceyê, rêkxistina hevpariyan ji bo peydakirina seqamgiriyê, hikûmetdariya çak û pêşkeftina aborî li seranserî Îraq û Herêma Kurdistanê.

Ji aliyê xwe ve, Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, di hevdîtinên Serokwezîr Mesrûr Barzanî û berpirsên Amerîkayê de, bi hûrî guftûgo li ser pirs û mijaran hate kirin û wan jî ji nêzîk ve guhdarî li wan mijaran kirine.

Dizeyî got jî: “Serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Amerîkayê di demeke hestiyar de hat, bi taybetî ku Rojhilata Navîn rûbirûyê gelek kirîz û kêşeyan bûye û Iraq jî di nava çend pirsgirêkên siyasî, yasayî û ewlehî de ye.”

Diyar kir: “Di civînên Serokwezîr Mesrûr Barzanî û berpirsên Amerîkayê de, bi hûrî behsa wan mijaran hatiye kirin û wan jî bi baldarî guh dane wan pirsan.”

Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve amaje bi wê kir jî, serdan û pêşwaziya li Serokwezîr Mesrûr Barzanî, belgeya giringiya Amerîka bi Serokwezîr û kabîneya wî û qewareya Herêma Kurdistanê ye.

Dizeyî da zanîn, Herêma Kurdistanê li gor sîstema federalî, destûra Iraqê û rêkeftinên navdewletî, mafê xwe heye ku bi cîhana derve re peywendiyan deyne, di vê çarçoveyê de jî welatan konsulxaneyên xwe li Herêma Kurdistanê vekirine.

Amaje bi wê jî kir, “Bi giştî, nîgeraniyek li hember biryar û kiryarên hikûmeta Iraqê û Dadgeha Federalî yên li dijî Herêma Kurdistanê heye û Amerîka û Wezîrê Derve yê wî welatî bi eşkere daxwaza cîbicîkirina destûrê weke ku heye dikin.”

Dizeyî di wê baweriyê de ye ku pêşxistina serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Amerîkayê, berî serdana Mihemed Şiya Sûdanî, ji bo wan zextên ku bi awayên curbicur li ser Herêma Kurdistanê hatine çêkirin, vedigere.