Civîna ewlehiyê ya Îraq û Tirkiyeyê li Bexdayê tê kirin

Fuad Hisên û Hakan Fîdan
Fuad Hisên û Hakan Fîdan

Navenda Nûçeyan (K24) - Şandeke Tirkiyeyê digehe Bexdayê û ji aliyê Wezîrê Derve yê Îraqê ve pêşwazî lê tê kirin û bi hev re civîneke bilind a ewlehiyê dikin.

Şandeke bilind a Tirkiyeyê bi serokatiya Weîzrê Derve yê wî welatî Hakan Fîdan îro (Pêncşem, 14.03.2024) gehişt Bexdayê û ji aliyê Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên ve pêşwazî lê hat kirin û bi hev re civîneke bilind a ewlehiyê kir.

Şanda Tirkiyeyê ji Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler, Serokê Hewalgiriya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin û Cîgirê Navxwe yê Tirkiyeyê Munîr Karaloglo pêk hatibû.

Şanda Îraqê jî bi serokatiya Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên ji Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî Qasim Arecî, Wezîrê Bergiriyê yê Îraqê Sabit Ebasî, Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed û Serokê Desteya Heşda Şebî Falih Feyaz pêk hatibû.

Tevî ku li ser naveroka wê civînê çi ragehandineke fermî nehatiye belavkirin, Wezareta Derve ya Tirkiyeyê di peyamekê de li ser tora civakî ya Xê tenê amaje daye civîna ewlehiyê ya navbera her du welatan.

Pêştir jî Wezareta Derve ya Tirkiyeyê ragehandibû, “Pirsa hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya benderê Ceyhanê yek ji tewerên danûstandinên navbera berpirsên Îraq û Tirkiyeyê ye”. Amaje jî dabû, “Tirkiye tev amadekarî ji bo destpêkirina hinardekirinê kirine û tiştê ku rêgir e ji destpêkirina Hikûmeta Îraqê ye”.