Kawe Şêxanî: Bi hilbijartina Ehmed Ciborî wekî parêzgerê Selahedînê, Kurd dê ji postên îdarî hatiban bêparkirin

Kawe Şêxanî
Kawe Şêxanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Biryar e Yekşema bê parêzgerê nû yê Selahedînê bê hilbijartin ku heta niha ji ber duberekiyên siyasî nehatiye hilbijartin. Şêwirmendê Ewlehî û Serbazî yê Parêzgeha Selahedînê jî amajeyê dide, “Kurd û Şîe dê ji postên îdarî yên parêzgeha Selahedînê hatiban bêparkirin, lewma Serokkomarî merasîm ji bo kandîdê hilbijartî yê Suneyên wê parêzgehê dernexist”.

Şêwirmendê Ewlehî û Serbazî yê Parêzgeha Selahedînê Kawe Şêxanî îro (Înî, 15.03.2024) taybet ji K24ê re ragehand, “Nebûna parêzgerî heta niha bandoreka nerênî li ser karên kargêrî û warên xizmetkariyan nîne, taybet ku qayimqamê navenda parêzgehê bi wekalet erkan bi cih tîne”.

Şêwirmendê Ewlehî û Serbazî yê Parêzgeha Selahedînê amaje jî da, “Dema Suneyan Ehmed Ciborî li destpêka meha Sibatê ya îsal ji bo postê parêzgerî hilbijart, ji ber givaştinên çarçoveya hevahengiyê ku sê kursî li civata parêzgehê hene, Serokkomarî merasîma destpêkirina karî jê re dernexist”.

Kawe Şêxanî ron jî kir, “Bi hilbijartina Ehmed Ciborî, Kurd jî ji postên îdarî yên parêzgehê hatin bêparkirin, lê givaştinên Şîeyan zêdetir rol di dernexistina merasîma komarî ji bo navbirî de hebû”.

Roja Şemiyê, 16.12.2023, hilbijartinên taybet û roja Duşemê, 18.12.2023, hilbijartinên giştî yên civatên parêzgehên Îraqê li 15 parêzgehan hatin kirin.

Piştî nîvroya roja Sêşemê, 19.12.2023, Komisyona Bala ya Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê amara dawiyê ya tevlîbûna dengderan di her du hilbijartinên taybet û giştî yên civatên parêzgehên Îraqê de parve kir.

Li gor amarên komisyonê, rêjeya tevlîbûna dengderan 41% bû, zêdetirîn rêjeya tevlîbûna dengderan jî li parêzgeha Kerkûkê (66%) û kêmtirîn rêje jî li parêzgeha Bexda/Resafeyê (21%) bû.