Ebadî: Çar sal ji bo temamkirina bernameya hikûmetê bes nînin

Heyder Ebadî
Heyder Ebadî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hevpeymaniya Nesir radigehîne, “Çar sal ji bo temamkirina bernameya hikûmetê û wan pirojeyên dest pê hatiye kirin bes nînin”.

Serokê Hevpeymaniya Nesir Heyder Ebadî amaje da ku, dema Serokwezîrê Îraqê bû, di hikûmeta xwe de welat ji arêşeyên mezin ên aborî rizgar kiribû û li dijî pêngavên dakeftina Dînara Îraqî bû. Herwesa di ser nerazîbûna hindek ji hêzên siyasî re, bi wê yekê re bûye ku di hikûmeta Sûdanî de piştevaniya Dînara Îraqî bê kirin.

Serokê Hevpeymaniya Nesir got, “Çar sal ji bo temamkirina bernameya hikûmetê bes nînin, ji ber ku bi wê demê erkên wan pirojeyên hatine ragehandin wekî pêdivî temam nabin”.

Heyder Ebadî di derheqa Serokê Civata Nûnerên Îraqê de jî amaje da, “Pêdivî ye hilbijartinên Serokê Civata Nûnerên Îraqê neyên paşxistin ji ber ku berjewendiya welatî ji postan mezintir e”.

Pêştir jî Serokê Hevpeymaniya Nesir Heyder Ebadî ji K24ê re ragehandibû, “Nabe ku arêşe û pêdivîtiyên xelkî bên siyasîkirin û pêdivî ye bi eynî awayî serederî bi welatiyên her dereka Îraqê re bê kirin”.

Heyder Ebadî ji sala 2014ê heta 2018ê Serokwezîrê Îraqê bû, di wê demê de Îraq hevrûşî çend arêşeyên siyasî û serbazî bû û yên herî diyar jî birîna mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê û êrîşa artêşa Îraqê bo ser bajarê Kerkûkê li 16ê Cotmeha 2017ê bûn.