Romanowski: Welatên din dixwazin li Iraqê şûna Amerîkayê bigirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyoza Amerîka li Iraqê radigihîne: “Em agahdar in ku welatên din li deriyê Iraqê dixin û dixwazin li Iraqê şûna Amerîkayê bigrin, lê yek ji wan welatan nikarin geşepêdanê bo Iraqê bînin û nikarin wek Amerîkayê bikin.”

Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanowski gotarek di rojnameya “El-Sabah” a Iraqê de belav kir û tê de behsa alîkariyên welatê xwe bo Iraqê kir. Romanowski got: “Ji sala 2012an ve, me 3.5 milyar dolar bo pêşxistina şiyana hêzên ewlehiyê xerc kiriye û me baştirîn çek pêşkêşî Iraqê kirine, ji wan firokeyên F-16 û tankên Abrams M1, herwiha me hêzên Îraqî perwerde kirine.”

Romanowski amaje bi wê jî kir: “Alîkariya me ne tenê di warê leşkerî de ne, lê di warên aborî, civakî, perwerdeyî û çandî de jî me alîkarî pêşkêş kirine. Bi rêya van alîkariyan me, me kar ji bo Iraqeke nûjen, aram, ewle, serwer û dewlemend kiriye.”

Got jî: “Welatê min mezintirîn welatê ku hevkarî dane ​​Iraqê ye. Tenê Ajansa Amerîkî ji bo Pêşkeftina Navdewletî di 25 salên borî de, 11 milyar dolar ji bo pêşxistina sazî li Iraqê xerc kirine. Herwiha bi alîkariya saziyên Amerîkayê bi sedan proje hatine cîbicîkirin, bi hezaran kar hatine vekirin, 150 dibistan, 25 navendên tenduristiyê û 130 projeyên avê hatine avakirin.”

Diyar kir jî: “Ji sala 2014an vir ve 3,6 milyar dolar ji bo avakirina nexweşxane, ava vexwarinê, derman û pêdiviyên tenduristiyê ji bo penaberan hatine xerckirin.”

Romanowski got jî: “Bi hezaran Iraqî ji bernameyên me yên çandî û perwerdeyî sûd wergirtine. Zêdetirî 5 hezar ciwanên Iraqî di 17 salên borî de çûne Amerîka û vegeriyane û 400 kesên din jî dê di sala 2024an de serdana Amerîka bikin."

Da zanîn jî got: “Balyozxaneya me ya li Bexdayê û konsulxaneya me ya li Hewlêrê salane bi hezaran vîzeyan dide welatiyan. Kompanyayên Amerîkayê di warên çandinî, enerjî û dermanan de hevkarên baş in. Me alîkariya banka navendî ya Iraqê û sektora bankayê jî kiriye.”

Balyoza Amerîka li Iraqê got: “û dixwazin li Iraqê dewsa Amerîkayê bigrin, lê piştrast bin ku ti yek ji van welatan bi qasî Amerîkayê xizmeta Iraqê nekiriye û ti yek ji van welatan jî nikare bextewariyê ji Iraqiyan re bînin. Yek ji van welatan nikare Iraqê bi cîhana derve ve girê bide.”

Herwiha got jî: “Em bi hev re dikarin têkiliyek ku dê ji bo nifşên paşerojê bidome, ava bikin. Bi hev re em dikarin xewnên ciwanên Iraqî pêk bînin.”