Hikûmeta Iraqê lêkolînên Neteweyên Yekgirtî derbarê tawanên DAIŞê de rawestandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Iraqê tîma Neteweyên Yekgirtî ya lêkolînan li ser tawanên çekdarên DAIŞê li Iraqê neçar kir ku dawî li çalakiyên xwe bînin, di demekê de ku karê wan ê lêkolînan hîn bidawî nebûye.

Şêwirmendê taybet yê Serokê tîma lêkolînan ya NY Christian Ritcher, ji “Reuters” re got: “Tevî ku me hîn karê xwe ji bo vekolîna tawanên din ên DAIŞê li Iraqê temam nekiriye, Hikûmeta Iraqî çalakiyên UNITAD rawestandin.”

Ritcher diyar kir: “Pêwîstiya me bi demeke zêdetir heye ji bo vekolîna tawan û bûyeran, ku diviyabû heta dawiya Îlona 2024 berdewam bibûna, lê Iraqê biryar da ku pêşwext çalakiyên UNITAD rawestîne.”

Herwiha got jî: “Encumena Asayişa Navdewletî li ser daxwaza Iraqê erkê tîma me dirêj kiribû. Lê Hikûmeta Iraq bi vê biryara niha dê bibe rêgir li pêş tawanbarnasandina gelek endamên DAIŞê.”

UNITAD ji sala 2017an ve ji aliyê Netewên Yekgirtî ve hatibû erkdarkirin ku alîkariya Iraqê bike di lêkolîna tawanên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine kirin.

Li gorî zanyariyan jî, Hikûmeta Iraqê piştî têkçûna têkiliyên bi UNITADê re biryar da karên wê rawestîne.