Sebah Subhî: 3.7 tirilyon dînar ji bo Heşda Şebî tên xerckirin

Sebah Subhî
Sebah Subhî

Navenda Nûçeyan (K24) - Biryar e di çend rojên bê de qanûna pilebendî û xanenişînan li Civata Nûnerên Îraqê ji bo Heşda Şebî bê derxistin, ku êdî çekdarên wê dê bên xanenişînkirin.

Endamê Civata Nûnerên Îraqê Sebah Subhî di vî warî de ji K24ê re ragehand, “Gelek arêşe di vê mijarê de hene, bi nerîna me wekî awayê artêşa Pasdarên Îranê ye, herwesa sîstema wê nîvserbazî ye”.

Wî Endamê Civata Nûnerên Îraqê herwesa got, “Ji 2021ê heta 2023ê, hejmara çekdarên Heşda Şebî 95% bilind bûye, ji 122 hezar kesan bûye 238 hezar kes, belkî ji wê hejmarê jî zêdetir e ji ber ku damezrandin berdewam e û pilebendiya wezîfî tê de nîne û dezgeheke serbixwe ye”.

Sebah Subhî amaje jî da, “Ew pereyê ji bo Heşda Şebî hatiye terxankirin 3.7 tirilyon dînar e ku 3.4 ji bo mûçeyî ye û yê din ji bo kelûpelên din û çarekirinê ye. Herwesa got, “Ew girêdayî Çarçoveya Hevahengiya Şîeyan in”.

Navbirî behs jî kir, “Çêbûna Heşda Şebî her ji destpêkê ve girêdayî dezgeha serbazî nebû, ji ber ku awayekî nîvserbazî wergirtiye, ku girêdayî Wezareta Bergiriyê û Fermandeya Giştî nîne, belkî girêdayî Serokê Desteya Heşda Şebî ye ku Falih Feyaz e. Ji bilî vê yekê jî, çend kesên Sûriyeyî, Yemenî, Libnanî, Îranî û Evxanî jî tê de hene”.

Wezareta Darayî û fermangehên Hikûmeta Îraqê haydarî pilebendî û awayê xerckirina budceya Heşda Şebî nînin, belkî budceya wan rasterast girêdayî Nivîsîngeha Serokwezîrê Îraqê ye û li wê derê pere jê re tê xerckirin.