Salih Mutleg: Civaka Suneyan xwe bi Heşda Şebî re naguncîne

Salih Mutleg
Salih Mutleg

Navenda Nûçeyan (K24) - Siyasetmedarekî Sune yê Îraqê amajeyê, “Ji ber serederiya qebûlnekirî ya Heşda Şebî, civaka Suneyan xwe bi wan re naguncîne”. Herwesa dibêje, “Sîstema siyasî ya Îraqê ya niha bibandor nîne”.

Siyasetmedarê diyar ê Suneyên Îraqê Salih Mutleg di çavpêkeftineke tilevizyonî de ji kanala Sûmeriye Newsê re ragehand, “Hebûna niha ya hêzên Amerîkayê li Îaqê ne dagirkarî ye, ji ber ku ew li ser daxwaza fermî ya Hikûmeta Îraqê ji bo rûbirûbûna DAIŞê hatine”.

Salih Mutleg amaje jî da, “Divê Miqawimeya Îslamî li Îraqê bi Hikûmeta Îraqê re hevhelwest be. Nabe Miqawimeya Îslamî hêzên Hevpeymanan bike armanc di demekê de ku hikûmet wan wekî dagirker nabîne, belkî wekî hêzeke piştevan diwesifîne”.

Navbirî ron jî kir, “Îranê pirsa taîfî li Îraqê zindî kiriye. Eger ew pirs neba, çi arêşeyek di navbera Îraq û Îranê de çê nedibû”. Herwesa got, “Îranê feyde ji hebûna DAIŞê wergirtiye, bi rêya hatina xwe ji bo nav Îraqê û berfirehkirina hejmona xwe ber bi parêzgehên rojavayê Îraqê ve”.

Wî siyasetmedarê Suneyên Îraqê eşkere jî kir, “Ji ber serederiya qebûlnekirî ya Heşda Şebî, civaka Suneyan xwe bi wan re naguncîne ku li deverên wan hene”.

Salih Mutleg tekez jî kir, “Sîstema siyasî ya Îraqê ya niha bibandor nîne, bi vê sîstemê Îraq pêş nakeve û guhertin pêdivî ne”.

Navbirî li ser dûrxistina Helbûsî ji postê Serokê Civata Nûnerên Îraqê jî got, “Ew kesên Helbûsî ji postê wî dûr xist jî her siyasetmedarên Şîe bûn ku hest dikir li ser wan gef bû. Ên ku niha li ser desthilatê ne bi dehan şaşîtî hene ku ji şaşîtiya Helbûsî mezintir in”.