Amerîka sizayên nû li ser Feyleqa Qudsê û çend navendên din disepîne

Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê
Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê

Navenda Nûçeyan (K24) - Nivîsîngeha Çavdêriya Darayî ya Biyanî ya Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê sizayên nû li ser Feyleqa Qudsê ya artêşa Pasdarên Îranê û çekdarên Hûsiyên Yemenê û Hizbulaha Libnanê sepandin. Her di nav sizayên nû yên Amerîkayê de, 11 kes û rêkxistên piştevanên Rijêma Sûriyeyê jî hene.

Li dû ragehandineke Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê, şeş dezgeh, bazirganekî guhertina pereyî û du keştiyên hilgirtina petrolê di nav lîstên wan de ne, ji ber piştevaniya darayî û veguhastina kelûpelan di navbera artêşa Pasdaran û Hizbulaha Libnanê û çekdarên Hûsiyên Yemenê de.

Wê wezaretê amaje jî daye, “Ew kompanî û keştiyên siza li ser hatiye sepandin li Lîbîrya, Hindistan, Vêtnam, Libnan û Kwêtê hatine tomarkirin. Herwesa ev pakeca şeşê ya sepandina sizayî ye li ser saman û serwetê Seîd Cemalî ku sermayedarekî Yemenî ye û li Îranê xwecih e û piştevaniya darayî ji bo Hûsiyan dike.

Wezareta navbirî herwesa ragehandiye, “Sepandina sizayan pêngaveke din a wê helmetê ye ku ji bo helweşandina çavkaniya darayî ya artêşa Pasdaran û komên milîşyayên girêdayî Îranê hatiye destpêkirin”.

Di pareke din a wê ragehandinê de hatiye, “Bazirganê guhertina pereyî Tewfîq Mihemed Seîd Ela ku xelkê Sûriyeyê ye û li Libnanê dijî di pakeca nû ya aliyên sizadayî de ye, ji ber piştevanî û veguhastina eliktironî ya darayî ji bo Feyleqa Qudsê û Hizbulaha Libnanî û Hûsiyên Yemenê”.

Herwesa 11 kes û navendên girêdayî Rijêma Sûriyeyê jî ji ber bazirganiya madeyên hişber hatine sizadan û ragehandiye, Sûriye bûye navendeke mezin a çêkirin û hinardekirina Keptagonê ji bo tevaya Rojhilata Navîn û Ewropayê.