Rêber Fetah: Biryarên Serokwezîr Mesrûr Barzanî bandoreke erênî li ser livîna bazarî peyda dikin

Rêber Fetah
Rêber Fetah

Navenda Nûçeyan (K24) - Şarezayekî Aborî amajeyê dide, “Biryarên Serokwezîr Mesrûr Barzanî dê bandoreke erênî li ser livîna bazarî û geşbîniya welatiyan peyda bikin”.

Şarezayê Aborî û Mamostayê Zanîngehê Rêber Fetah îro (Pêncşem, 28.03.2024) taybet ji K24ê re ragehand, “Biryarên Serokwezîr Mesrûr Barzanî ku di berjewendiya welatiyên Herêma Kurdistanê de bûn geşbînî û pêşbîniyeke erênî li nav welatiyan û bazarî peyda dikin”.

Rêber Fetah amaje jî da, “Wan biryaran rewşeke nû li nav bazarî peyda kiriye û êdî sistiya ku hebû namîne û qonax bi qonax dê dest bi livînê bike”.

Navbirî behs jî kir, “Eger mûçe bi awayekî berdewam bên dan, xelk dê pereyê xwe yê hilgirtî derbixe û dê bazarî pê bike, lewma bazar careke din dê vebijî”.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duhî (Çarşem, 27.03.2024) ragehand, “Me biryar li ser parvekirina mûçeyên meha Sibatê da, min Wezareta Darayî raspartiye ku dest bi parvekirina mûçeyên meha Sibatê bike û amadekariyan ji bo dabînkirina mûçeyên Adarê û mehên di dû re jî bike”.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa çend biryarên din jî di berjewendiya xelkê Herêma Kurdistanê de derxistin ji bo ku rewşa aborî ya xelkê wê sivik bike. Yek ji wan biryaran jî parvekirina parçeyên erdî ye ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî di wî warî de ragehand, “Me biryar da Wezareta Şaredarî û Geştyariyê dest bi terxankirin û parvekirina parçeyên erdî li ser tevaya wan fermanberan bike yên heta niha ji hikûmetê mifadar nebûne”.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di wê daxuyaniya rojnamevanî de herwesa çend biryarên din jî ragehandin û amaje da ku tevaya wezaretên peywendîdar ji bo bicihanîna wan biryaran raspartine, wekî:

Daşkandina pereyê li ser hev kombûyî yê karebayê bi rêjeya 20%

Daşkandina sizayên li ser hev kombûyî yên trafîkê bi rêjeya 20%

Daşkandina risûmatên anîna goştî bi rêjeya 50%

Daşkandina kirêya xwandina paralel li zanîngeh û peymangehên hikûmî bi rêjeya 20%

Daşkandina risûmatên li ser hev kombûyî yên avê bi rêjeya 20%

Daşkandina risûmatên şaredariyê û xasma kirêya kirêdarên Wezareta Şaredariyê bi rjeya 20%

Lêborîna ji bo sizayê vemana bacê ji aliyê pîşwer, karker û hejaran ve.