Hikûmeta Iraqê û Kurdistan Xwediyê Karên Stratejîk In./Berxwedana Shêlê/C. Qaşikçi...

Kurd24

Li Iraqê û li Kurdistanê gelek mijarên serke û stratejîk di rojevê de ne.

HIKÛMETA NÛ YA LI IRAQÊ Jİ HİKÛMETÊN BERÊ GİRÎNGTIR IN…

Hilbijartina Giştî li Iraqa Federal di 12ê Gulanê de hat li darxistin. Di hilbijartinê PDKê  bû partiya yekemîn. Piştî hilbijartinê çend meh in ku ji bona ku hikûmet bê ava kirin, xebat tê kirin. Di avakirina Hikûmeta Federal ya Iraqê de serok Mesûd Barzanî rolekî gelek girîng lêhist. Di encamê de çend roj berê hemû wezir nebin jî, beşek mezin yên wezîran tespît bû, di parlamentoyê de hat erê kirin.

Hikûmeta nû ya Iraqê divê ji hikûmetên din ferqtir tevbigere. Lewra nûha di rojeva Iraq a Federal de mijarên gelek stratejîk û girîng hene.

Rûnîştina Sîstema Dewleta Federal gelek girîng e. Lewra hikumetê berê ji bona ku sîstema federal bi cî û cî bibe xebat nekirin. Eqsa wê ji bona ku sîstema federal ya bi makezagonê hatiye pejirandin, hat xera kirin. Loma jî di navbeyna neteweya kurd û neteweya ereb de wekhevî pêk nehat. Bê edaletî çê bû.

Dewleta Federe ya Kurdistanê ji bona ku xira bibe, hewildan çêbûn . Li ser Kurdistanê ambargoya siyasî û bi tayebetî jî li ser aboriya Kurdistanê ambargo hat danîn. Para Kurdistanê ya di bacê de nehat dayin.Erişên milîtarîst hatin kirin.

Makezagon hat bin bê kirin. Gor tespîtên Serok Barzanî 50 xalên Makezagonê hatin bin pê kirin. Divê ev rewşe serrast bibe.

Divê xala 140emîn ya makezagona dewleta federal ku dibêje li Kerkukê referandûm çê bibe, divê çareser bibe.

Lê Referandûma Kerkukê divê dernekeve pêşiya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê. Bes ji bona ku ereb û hemû dinya bizane ku Kerkuk bajarê Kurdistanê ye, divê referandûm li Kerkukê çê bibe.

Divê ev hikûmeta bi lezûbez li Kerkukê îşgalê dawî bine.

Ji bona ku Dewleta Federal ya Iraqê jiyana xwe bidomîne, hewcedarî bi demokrasiyeke federal û  plural heye. Hikûmet divê ji bona avakirina vê demokrasiyê xebat bike. Demokratîzekirina Iraqê wek mijareke sereke û stratejîk bike bernameya xwe.

Tê zanîn û ji aliyê Serokwezîrê Dewleta Federal de hat diyar kirin ku bernameya hikûmetê amade dikin. Divê ev mijarên girîng, sereke, stratejîk bikevin bernameyê û çareseriya van pirsan di bernameyê de bê diyuar kirin.

HIKÛMETA KURDİSTANÊ YA NÛ JÎ, DIVÊ JI HIKÛMÛMETÊN DİN CÛDATIR BE…                                        

Ji bona Hikûmeta Kurdistanê AVA BİBE, hewildana dest pê kiriye.

Di avakirina Hikûmeta Kurdistanê de rol û mîsyona û wezîfeya girîng li ser milê PDKê ye. Lewra di hilbijartina Giştî ya Kurdistanê (30 îlonê) de PDKê ji sedî 45 deng girt û bû xwediyê 45 parlamenteran.

Loma jî nûha PDKê ji bona avakirina hikûmeta nû di nav hewildaneke milî, civakî û siyasî de ye. Gor daxuyaniya serok Barzanî û serokwezîrê Kurdistanê û PDKê, ji bona, ku hikûmet bi lez û zutir ava bibe, xebat tê kirin.

Wek tê zanîn li Iraqê û li Kurdistanê gelek mijar û pirsgirêkên sereke hene. Min li rêzên jorîn beşekî wan diyar kir.

PDKê divê gorî van mijaran û bi taybnetî jî, ji bona ku îşgala Kerkukê dawî bê û pêvajoya Dewleta Serbixwe ya Kurdistanê bê meşamndin, divê tifaq û koalîsyon çê bike.

Ew partiyên li dijî ssrxwebûna Kurdistanê ne û bûn sedem ku Kerkuk bê îşgal kirin, divê  di hikûmetê de cî negrin. JHeger cî bigrin, wê demê avakirina hikûmeteke milî nabe.

Loma ez dibêjim ku hikûmetên Iraqê û Kurdistanê yên nû ji hikûmetê berê girîngtir in.

HIKÛMETA KURDISTANÊ DIVÊ PÊŞIYA ASTENGIYÊN SEROKKOMARÊ IRAQÊ BERHAM SALAH BIGRE…

Wek  min rêzên jorîn jî diyar kir Hikûmeta Kurdistanê ya nû xebatên stratejîk yên girîng ve rû be rû ye.

Hikûmeta Kurdistanê: Divê ji bona ku Hikûmeta Iraqê Dewleta Federal pêşve bixwe, Iraq demokratîze bibe,binpêkirina makezagonê ji holê rabe, îşgala Kerkukê dawî bê,li Kerkukê referandûm bê li dar xistin, ambargoya li ser Kurdistanê ji holê rabe, di dewleta federal de îradeya cûdabûna miletan bike yasayî, encama referandûma serxwebûna Kurdistanê pêk bîne, pêvajoya dewleta Kurdistanê bimeşîne, li Kurdistanê rewşa civakî û aborî pêş bixwe, sîstema federe bi cî û cî bike, rewşa îdarî reformê bike, divê xebat bike.

Hikûmeta Kurdistanê divê di vê xebatê de piştgiriya serokkomar jî werbigre. Her çiqas Serokkomar Kurdan raste rast temsîl jî nake, li ser navê kurdan serokkomar e.

Lê helwesta serokkomar di derbarê encama referandûma serxwebûna Kurdistanê û dewleta Kurdistanê de negatîf e.

Serokkomarê Iraqê Berham Salah, ji bona ku bikare bibe serokkomar û dengên parlamenterên ereban bigre, dema bi kevneserokwezîrê nijadperest re danûstandin dike; serok Barzanî îxbar dike. Dibêje ku “Ez ji bona deng bidinn min û ez bibim serokkomar nehatim cem we. Ez hatim cem we ku mijareke gelek girîng pêşkêşî we bikim. Mesûd Barzanî di nav planeke xeter de ye. Mesûd Barzanî ji bona Dewleta Kurdistanê ava bibe û Iraq parçe bibe, xebat dike. Mesûd Barzanî tu wext dest ji vê armancê jî bernade. Ew dixwaze ku Dr. Fûad Huseynî  bibe serokkomar. Serokkomar Dr. Fûad Huseynî piştî salekê dê di civîna Neteweyên Yekbûyî de Dewleta Kurdistanê diyar bike.”

Kesekî xwediyê vê helbestê be, hîç şik tune ye ku  li pêş xebata Hikûmeta Kurdistanê dê bibe asteng,

Divê Hikûmeta Kurdistanê vê astengiyê bide ber çav, gorî wê xebat bike.

Ji bona vê jî divê zor bide serokkomarê Iraqê û wî di nav kurdan de deşıfre bike ku ew nikaribe zêde astengî derxwe û xirabî bike.

BERXWEDANA SHÊLÊ Û MAHMÛDIYÊ…

Referandûma Serxwebûna Kurdistanê, di pêşiengiya Serok Mesûud Barzanî de  di 25ê îlona 2015an de hat li dar xistin. Kurdistaniyan di referandûmê de bi dengekî bilind diyar kirin, ku Dewleta Kurdistanê û serxwebûna Kurdistanê daxwaz dikin.

Kurdistaniya ev daxwaza bi riyeke gelek demokratîk û mirovane anî ser zimên û ji dinyayê re diyar kir.

Dinyayê guh neda Kurdistaniyan. Neteweyên Yekbûyî carek din bi helwestanegirtina xwe diyar kir, ku neteweya kurd û Kurdistanê temsîl nake.

Hezar mixabin 4 dewletên kolonyalîst erişî Kurdistanê kirin. Di 16ê Cotmehê de bi piştgiriya Grubeke Xiyanetê ku beşek ji van kesan endamên serokatiya YNKê bûn, Kerkuk îşgal kirin.

Serok Barzanî ji bona ku şerê navxwe neqewime biryara, şer neda.

Lê dewletên kolonyalîst li Kerkukê ranewestiyan. Ji bona ku Dewleta Federe ya Kurdistanê xirab bikin û Kurdistanê îşgal bikin, êrişên xwe li Kurdistanê xwestin ku firehtır bikin.

Pêşî êrişî Hewlerê kirin. Wê demê Serok Barzanî biryar da ku pêşmergê şer bike. Loma di destpêkê de şer di 20 Cotmehê de li Pirdê dest pê kir. Pêşmergeyên qehreman li Pirdê hêzên dijmin û dewletên kolonyalîst şikand.

Hezar mixabin dijmin, bi çekên Emerîkayê êrişî Kurdistanê kiribû.

Di heman dem de dijmin êrişî Shêlê û Mahmûdiyê kir, ku deriyê gumrugê Îbrahîm Xelîl bigrin û Kurdistanê li wir jî îşgal bikin û ji bona Dewleta Federe ya Kurdistanê xirab bikin, gavên mezin bavêjin.

Li wir jî encama biryara Serok Mesûd Barzanî û di bin pêşengiya lawê wî yê qehreman de pêşmergayan şerekî delal û qehreman di 26ê Cotmehê domandin. Pêşmergeyan Ala Kurdistanê bilind kirind kirin, dıjmin jî şikandin.

Sipas ji pêşmergeyêm qehreman, ku welatê me û welatê xwe parastin. Ez li ber şehîdên tevayî Kurdistanê û bi taybetî jî li ber şehîdên Pirdê, Shêlê, Mahmûdiyê serê xwe ditewînim.

KÛŞTINA CEMAL QAŞIKÇI Û ÎSLAMIYET…

Cemal Qaşikçi, beriya vê mehekê di konsolosxaneya Sûûdî Erebîstanê de hat kûştin. Kûştina wî bû bûyereke navneteweyî. Loma jî li hemû dinyayê ev bûyera tê qise kirin.

Hîn meytê wî jî nehatiye dîtin.

Agahdariyên tên pêşkêş kirin, wahşetê û hovîtî ye diyar dike. Di sedsala 21an de dewletek bi metodeke wahşetî dijberek û mixalîfekî xwe bikûje, rastî ew bi xwe ji bona dinyayê rûreşiyeke mezin e.

Dewleta ku Cemal Qaşikçi kûştiye, tifaqa wê bi Emerıkayê û bi gelek dewletên cidî yên dinyayê re heye.

Cemal Qaşikçi, kesekî ixvan e, hemwelatiyê Emerıkayê û rojnanamevan e. Nivîskarê rojnameya Waşîngton Postê ye. Xwediyê statuyeke girın ge.

Hîç şik tune ye ku kûştina wî bi destê karbidestên Dewleta Suûdiyê pêk hatiye. Lê ji bona ku pereyên Sûûdî Erebîstanê hene û zêde ne, dinya deng jê re dernaxin û an jî nizm derdixin.

Bi taybertî jî Neteweyên Yekbûyî bê deng e. Ev rûreşiyek e.

Dema Neteweyên Yekbûyî li hemberî qetlîaman û li hemberı rewşa Kurdan bê deng be, dê di vê bûyerê de jî  bêdeng bibe.

Kûştina Cemal Qaşikçi ji bona hemû muslûmanan jî rûreşiyek e. Ev bûyera bi xwe jî divê ji bona îslamparêzan muhasebekê bîne rojevê.

Lewra Sûûdî Erebîstan xwe mezinên muslumanan dibînin. Dewleteke îslamî ye jî.

 

Amed, 29. 10. 2018