ji ber nerazîbûna xwe nîşan bide, xwe şewitand

welatiyekî Rojavayê Kurdistanê li pêş nivîsgeha PYDê li silêmaniyê xwe şewitand

K24 – Silêmanî

Duh êvarê welatiyekî Rojavayê Kurdistanê li pêş nivîsgeha PYDê li Silêmaniyê ji ber nerazîbûna xwe nîşan bide, xwe şewitand.

Welatiyê bi navê Welîd Ebdulrehman, ji ber nerazîbûna li ser birina kurê wî ya 15 salî ji aliyê PKKê ve bêyî agahdariya wî, û veguhastina kurê wî ji bo Qndîlê nîşan bide,  duh çû pêş nivîsgeha PYDê li Silêmaniyê û agir berda canê xwe.

Li gor Azad kurê Welîd Ebdulrehman ku ji Rûdawê re ragihandiye “ birayê min “Birîn” berî sê rojan ji aliyê PKKê ve hatibû birin, bavê min jî çû pêş nivîgeha PYDê û daxwaza birayê min kir. Lê berpirsên nivîsgehê bi bavê min re gotin ku ti desthilat ji me re tune ye ku alîkariya te bikin”

Ebdulrehman ji bo nexweşxana Hawarhatinê hat veguhastin, canê xwe jî ji dest neda. Lo gor bijîzkên nexweşxanê destên wî û beşek ji bedena wî hatiye şewtandin.