Partiya Pêşverû ji ENKSê vedikêşe

Partiya Pêşverû ji ENKSê vedikêşe, 2 partiyan jî tohmetbar dike

K24 – Qamişlo

 

Partiya Demoqratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê biryara vekêşana xwe ji nav rêzên ENKSê ragehand, PDK-S û P.Y.K.S jî tohmetbar dike.

 

Endamên Polîtbîroya partiya navborî Ehmed Silêman, Omer Cafer û Ehmed Berekat duh, 3 Tîrmehê, di konferensekî rojnamevanî de li bajarê Qamşilo sedema biryara vekêşana ji Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bo “pêbende nebûna her du partiyên (Partiya Demokarata Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) û Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê) bi rêkeftina her 3 aliyan, ku xwestine rola partiya me piştguh bixin.”

 

Herwiha di daxuyaniya Partiya Demoqratîk a Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê hat ku, ew biryar ji aliyê Komîteya Navednî ve hatiye standin, li gor wê jî nûnerên xwe ji hemû komîte û çarçoveyên ser bi ENKSê ve vekêşandine.

  

Ehmed Silêman got jî “partiya me pêbendî biryara lixwegirtina Pêşmergeyên Rojava bû. Lê pêwîstiya cîbicîkirina vê biryarê bi lihevkirineke herêmî, xwecihî û rêkeftina hêzên ku li ser erdê re heye, heger nebe jî, ti serkeftin jê re tune ye. Ev pirsgirêk jî bi PYDê û TEV DEMê re nehatiye gotûbêjkirin.”

 

Roja Pêncşema borî (02.07.2015) civîna ENKSê bidawî bû û serokê partiya Yekîtiya Demoqratîk a Kurd Îbrahîm Biro wek serokê ENKSê hat hilbijartin.