Obama: pêwîste Iran, Rûsya û Tirkiyê beşdarbin di goftûgoyên çareserkirina Sûriyê de

Sûriyê pêwîste rêkeftinek di nabera hêzên xemwar ên Sûriyê de hebe û ev yeke li meydana şer cîbcî nabe.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîka ragehand ku kirîza Sûriyê nayê çareserkirin eger welatê Rûsya, Tirkiyê û Iran piştevaniyê nekin.

Di konferansekê de Serokê Amerîka Barak Obama duh, 15ê Tîrmehê li Washington ragehand û got:heta "em çareserbikin" mebesta wî kirîza Sûriyê pêwîste rêkeftinek di nabera hêzên xemwar ên Sûriyê de hebe û ev yeke li meydana şer cîbcî nabe.

Obama diyarkir ku ew nebawere dê rêkeftinên fermî di gel Iranê derbarê şerê rêxistina DAIŞê çêbike lê keşbîniya xwe derbarê guherîna Iranê siyaseta xwe piştî imzekirina wê rêkeftinê anî ziman.

Derbarê rêkeftina di gel Iranê Obama da zanîn ku gelek pirsgirên me bi Iranê re hene lê pêwîstbû em bighene rêkeftinekê.