Li Diyarbekirê 536 kîloyên madeya hişbir hatin girtin

Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Ji aliyê Parêzgeriya Diyarbekirê ve hat ragihandin ku di encama operasyona dijî madeyên hişbir de li 2 xalan bi tevahî 536 kîlo esrar hatiye girtin.

Di encama operasyonekê de ku ji aliyê Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr a Diyarbekirê ve hatî kirin, li 2 xalên ji hev cuda bi tevahî 236 kîlo esrar hatiye girtin ku hatiye xwestin di encama operasyonê de were nîşandan ku navbera rêxistina neyasayî û bazirganiya madeyên hişbir de têkilî heye.

Di daxuyaniya parêzgeriyê de hat amajekirin ku dê operasyonên bi vî rengî bidomin.