Şextoreke koçberên Sûrî kete bin avê û 6 kes mirin

Di derya Îce de kete bin avê

K24 – Navenda Nûçeyan

Şextoreke koçberên Sûriyê di derya Îce de li beramberî Tirkiyê kete bin avê û 6 koçber mirin.

Ajansa AAyê ya Tirkî îro 16 Tîrmehê ragehand ku şextorek ji bajarokê Yofacîk ya Tirkî bi rê ketibû, koçberên Sûrî vedigustin qeraxên Yonanê, di derya Îce de kete bin avê.

Li gor ajansê ku polîsên deryayî karîn 10 kesan ji fetisandinê hawar bikin ku di nav wan de jin û zarok hebûn, 6 kesan jî jiyana xwe ji dest dan.

li Tirkiyê dora 1.8 milyon penaber ji ber şerê li Sûriyê reviya ne, herwiha Tirkiyê ji wan re bûye xala destpêkirina çûna berve Yekîtiya Eurpê.

Bi sedan jî ji wan koçberan bûne para deryê.