Rokêtên Ballistic ne girêdayî biryara Encûmena Asayîşê ye

Bikaranîna çekên atomî qedexe dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta derve ya Îranî di daxuyaniyekê de ragehand ku Îran bi biryara Encûmena Asayîşê 2231 pabend e, lê bernama Ballistic Missile ne girêdayî biryarê ye.

Di daxuyaniyê de hat ku “Komara Îranê bi erkên xwe pabend e, heger gropa 5+1 bi erkên xwe pabend bin, bi taybet jî rakirina ceza û bestên li ser Îranê ferzkirî ne.”

Derbarê bernama Îranê ya  Ballistic Missile, daxuyanê amaje bi wê yekê kir ku “Rokêtên Ballistic ne ji bo veguhastina çekên atomî ye û armanc ji wê berevanî ye, lewre ew derveyî biryara Encûmenê ye.”

Îranê di salên dawî de delîveya rokêtên Ballistic Missile gehande du hezar kîlo mitir, ku digehe welatekî mîna Îsralê.

Wezaretê tekez kir ku li gor “Fetwa rêberê bilind Ayetulah Elî Xuneynî ya dîrokî.” Bikaranîna çekên atomî qedexe dike.

Daxuyanê domand jî “Gava çalakiyên atomî di baregehên leşkerî de netên kirin, em bawer dikin ku ti daxwazên pişknînê ji aliyê ajansa navdewletî ya hozaka atomî ji wan baregehan re nayê kirin.”

Tê çavbînêkirin ku di heşt salên bê de, Îran bernama rokêtên Ballistic çalaktir bike, ku kanibe barên atomî hilgire.