PKKê: AKPê û MÎTA Tirkiyê ji ber teqîna Pirsûsê berpirsyar in

“Komkujiya pirsûsê ji aliyê AKPê ve hatiye encamdan.”

K24 – Navenda Nûçeyan  

Hevserokatiya konseya rêveber ya Koma Civakên Kurdistanê KCKê partiya desthilatdar AKPê ji ber teqîna Pirsûsê berbirsyar dike.

Di daxuyaniyekê de KCKê duh 20 Tîrmehê ragehand “Komkujiya pirsûsê ji aliyê AKPê ve hatiye encamdan.”

Herwiha amaje bi wê yekê kir ku “hukûmeta Tirkiyê hevkarê serekî ya rêxistina terroristî DAIŞê ye û teqîna pirsûsê bi awayekî rasterast ji aliyê AKPê û plana MÎTA Tirkî ve hatiye encamdan.”

Li bajarê Pirsûsê yê Bakurê Kurdistanê duh teqînek çê bû, di encamê de heta niha 32 kes bûne qurbanî û nêzîkî 100 kes jî birîndar bûne.

KCKê diyar kir ku dujminahiya AKPê ji Rojavayê Kurdistanê re eşkere ye, gava dibêje ti cudahî di navbera DAIŞ û PYDê de tune ye.