Li Wanê erdhejek bi hêza 4.1 pileyan rû da

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Wanê şeva borî erdhejek bi hêza 4.1 pilayan li gorî pîvera Richterê rû da.

Li gor Enstîtûya Lêkolînên Li Ser Erdhêjê ya Kandîllîyê, li Wanê şeva borî demjimêr 22.58 bi hêza 4.1 erdhej çêbû.

Hat ragihandin ku kûrahiya erdhejê heta 5.0 kîlometreyan hat pîvan.

Erdhej li navçeyên Wanê û li bajarên nêzîk hat hîskirin.