YPGê Çarxeriya taxa Neşwa kontrol dike

Şer û pevçûn li Hesekê berdewam e

K24 – Hesekê  

Yekîneyên Parastina Gel îro danê sibê “22 Tîrmehê” çarxeriya taxa Neşwa rojava li Hesekê ji çekdarên DAIŞê rizgar kirin.

Li gor ajansa “Hawar”ê ku şervanên YPGê îro danê sibê çarxeriya taxa Neşwa rojava ji destê çekdarên DAIŞê rizgar kirin bêyî ku encama şer û pevçûnan diyar bike.

Tê zanîn ku beşê mezin ji bajarê Hesekê di destê şervanên YPGê de ye, hîn ji operesiyona YPGê li dijî DAIŞê berdewam e.