Firokeyên rêjîma Sûriyê 26 kes li Helebê kuştin

Firokeyên rêjîmê bi bombebarankirinê berdewam in

K24 – Navenda Nûçeyan

 

Ji encama êrîşkirina firokeyên rêjîma Sûriyê li bajarê Helebê 26 kes hatin kuştin.

 

Kenala “Al-Jezeera” îro 22 Tîrmehê ragehand ku firokeyên rêjîma Sûriyê taxa Mixayir li Helebê bombebaran kir, di encamê de 26 kes hatin kuştin.

 

Herwiha bombebarankirin gihêşte taxên di bin destên çekdarên opozisyonê mîna Kerm Al-Tirab û Ferdûsê ku gelek malên sivîlan hilweşandin.

 

Li taxa Silêman Al-Helebî jî nîşanvanên rêjîmê 3 zarok armanc kirin.

 

Wek bersivdanekê ji êrîşên firokeyên rêjîmê re, odeya “Fetih Heleb” her du gundên Nibul û Zehraa ya Şî'î topbaran dike.

 

Herwiha odeya “Fetih Heleb” karîn hewlên DAIŞê bo kontrolkirina gundê Um Al-Hoş têk ya girêdayî bajarokê Ezazê bişkandana.