Iraq: 67 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

72 pêgehên DAIŞê li Iraqê hatin bombebaran kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Di encama bombebarankirina 72 pêgehên DAIŞê de, li Iraqê, 67 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Wezareta bergîriya Iraqê duh “22 Tîrmehê” ragehand ku hêzên ezmanî yên Iraqî û firokeyên Hevpeymana Navdewletî 72 pêgehên DAIŞê li herêmên cuda li Iraqê bombebaran kirin, di encamê de 67 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

Herwiha daxuyaniyê eşkere kir ku ji wan êrîşan 58 êrîş ji aliyê firokeyên Iraqê hatin encamdan û 14 êrîş ji aliyê firokeyên Hevpeymana Navdewletî hatibûn kirin.