Tirkiyê biryara bihêzkirina sînorê bi Sûriyê re daye

Sîstema parastina sînorê bi Sûriyê re gotûbêj kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Bulent Arinc ragehand ku Tirkiyê biryar daye ewlehiya sînorên xwe bi Sûriyê re bihêztir bike.

Arinc biryarên civîna duh ya encûmena wezîran eşkere kir, ku encûmenê avakirina sîstemeke ewlehiyê bo parastina sînorê bi Sûriyê re gotûbêj kir.

Arinc îro “22 Tîrmehê” di konfitaseke rojnamevanî de ragehand ku sîstema ewlehiyê ji bo rawestandina derbasbûna endamên DAIŞê ji xaka welatê wî re ye, bêyî ku bandorê li tevgera dergehên sînorî bike.

Arinc aliyine (bêyî ku bi nav bike) bi helmetên propegendayê bo arandina raya giştî tomatbar kirin û got angaştên wan dûrî rastiyê ne.

Arinc ji ber welatê xwe berevanî kir û got ku Tirkiyê şerê tundrewiyê dike û ji destpêka îsal de dora 600 kes bi gûman girtin jê 102 kes di zîndanê de ne.