Wezîrê berevaniya Amerîkayê seredana Kurdistanê kir

Carter amaje hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û Artêşa Amerîkî kir

K24 – Hewlêr  

 

Piştî Bexdayê wezîrê berevaniya Amerîkayê seredana Herêma Kurdistanê kir û li gel serokê Herêmê civiya.

 

Wezîrê berevaniya Amerîkayê Ashton Carter duh “24 Tîrmehê seredana Hewlêrê kir û li gel serokê Herêmê Masûd Barzanî û serokê Hukûmetê Nêçîrvan Barzanî re civiya.

 

Li gor malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê ku Carter pabendiya Amerîka bi alîkariya Kurdistanê kir, herwiha dabînkirina çek û pêdiviyên leşkerî ji hêzên Pêşmerge re.

 

Carter amaje bi çawaniya berzkirina hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û Artêşa Amerîkî kir, herwiha plana rizgarkirina bajarê Mûsilê û têkşikandina rêxistina terrorist “DAIŞ”ê gotûbêj kir.

 

Ji aliyê xwe ve serok Barzanî razemendiya xwe derbarê hemahengiya di navbera Artêşa Amerîka û hêzên Pêşmerge diyar kir û şanazî bi hêza pêşmerge kir ku nûneretiya cîhanê di şerê li dijî DAIŞê dike, tevî ku şerê li dijî DAIŞê ne tenê stûbariya hêza Pêşmerge tenê ye.

 

Di hevdîtinê de Wezîrê Pêşmerge Mistefa Seyîd Qadir, Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa û Birîkarê Wezareta Pêşmerge Enwer Hacî Osman û Endamên Fermandeya Giştî ya Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê Ce’fer Şêx Mistefa û Ferîq Şêrwan Abdulrehman û Ferîq Cebar Yawer amade bûn.