Tirkiyê pêgehên DAIŞê li Sûriyê bombebaran dike

Êrîşkirin bi riya firokeyên F16 tê kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Firokeyên Tirkiyê bo cara yekemîn ji navendeke Amedê difirin û pêgehên DAIŞê li Sûriyê bombebaran dikin.

Piştî teqîna Pirsûsê ku desthilatên tirkiyê berpirsiyariya wê xistibû stûyê DAIŞê, firokeyên Tirkî ji cureyê F16 duh, 24 Tîrmehê, pêgehên DAIŞê li bakurê Sûriyê bombebaran kirin.

Herwiha “CNN Turk” û “NTV” ragehandin ku firokeyên F16 careke din zincîreyeke êrîşan li dijî pêgehên PKKê li başûrê Kurdistanê pêk anîn.

Teqîna Pirûsê ya xwekujî karvedanên tund li Bakurê Kurdistanê li pey xwe anîbû, KCKê hikûmeta AKPê pê tohmetbar kiribû, piştre jî PKKê kuştina du polîsên Tirkiyê li Serê Kaniyê ya Ruhayê li xwe girt.

Desthilatên Tirkiyê duh 251 kes bi tometên endamên PKKê û DAIŞê ne li seranserî Tirkiyê girtin.