Firokeyên Tirkiyê pêgehên PKKê bombebaran dikin

Li Başûrê Kurdistanê hatin bombebarankirin

K24 – Hewlêr  

 

Firokeyên Tirkiyê pêgehên PKKê li devera Sîdekan û Qendîlê yên li başûrê Kurdistanê bombebaran dike.

 

Firokeyên şer yên Tirkiyê duh êvarê “24 Tîrmehê êrîşî baregehên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Başûrê Kurdistanê kirin.

 

Li gor zanyariyan ku firokeyan şeş caran baregehên PKKê li çiyayê Xakurkê bombebaran kirin. Herwiha devera Nihêlê, Nêrwe û Rêkan a bi ser navçeya Amediyê jî kampên gerîlayên PKK’ê ji aliyê firokeyan ve hatin bombebarankirin.

 

 

Li gor agahiyên Rûdawê ji çavkaniyê herêmî, 4 firokeyên şer ên Tirkiyê bi ser devera Sîdekanê dizivirin û navend û baregehên PKKê li çiyayên vê deverê bombebaran dikin.