Yekîtiya Europî: Divê pêvajoya aştiyê bête parastin

Nabe gropên terorîstî pêvajoya aştîyê jinav bibin

K24 – Navenda Nûçeyan

Yekîtîya Auropî daxwaz ji Tirkiyê dike ku pêvajoya aştiyê bi Kurdên bakur re berdewam bike.

Nûnerê bilind ya sîyaseta derve ya Yekîtiya Auropayê, Federica Mogherini, îro “26 Tîrmehê” pêwendiyeke telefûnî bi wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlûd çavuşoglu re kir, piştevanîya yekîtiya Auropî bo Tirkiyê di şerê wê yê li dijî terorê de kir.

Nivîsgeha Mogherini di daxuyaniyekê de ragehand ku berpirsa sîyaseta derve ya yekîtîya Auropa di peywendiya telefûnî de bi çavuşoglu re ragîhandiye ku nabe gropên terorîstî pêvajoya aştîyê jinav bibin û pêdivîye berdewam be.

Mogherini Diyar kirîye, di heman dem da jê xwestîye berdewamîyê bide pêvajoya aşîtîyê di gel Kurdan.

Tê zanîn, pêvajoya aştiyê ji sala 2013an de bi danûstandinên di navbera hukûmeta Tirkiyê û serokê Partiya Kerkerên Kurdistanê Abdulah Ocalan re destpê kiribû, ji ber wê yekê jî PKKê agirbest ji aliyê xwe ve ragehand.