Eniya al Nusra 8 çekdarên opozîsyona lîbral li Ezazê direvîne

Eniya Nusra 8 çekdarên li Tirkiyê hatibûn perwerdekirin, revandin

K24 – Navenda Nûçeyan

Eniya Nusra 8 endamên tîmeke çekdar ya opozîsyona liberal ya Sûriyê ku li Tirkiyê hatibûn perwerdekirin, revandin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan îro “30 Tîrmehê” ragehand ku “Çekdarên Eniya Nusra serkirdeyê firqa 30 Eqîd Nedîm Al-Hesen û 7 endam ji firqeya wî li ser riya Ezazê li bakurê Helebê revandin.”

Rêveberê Rewangehê Ramî Ebdulrehman da zanîn ku ew kesên hatine revandin beşek in ji 54 çekdaran e ku berî du heftiyan piştî bidawîkirina perwerdeyên xwe li Tirkiyê bi çekên xwe ve derbasî bakurê Sûriyê bûbûn.

Ebdulrehman got jî ku ew li bajarokê Ezazê bi ketîbeyên din re di civînekê de bûn bi mebesta yekrêziya şer li dijî DAIŞê.

Ji aliyê xwe ve Ebdulrehman got ku, bo yekrêziya birayan û mijûl nebûna bi pirsgirêkên navxweyî “Min daxwaz ji Eniya Nusre bo serbestberdana wan kir.”