Berhemên Firat Cewerî jinûve tên çapkirin

Heta dawiya salê hemû berhemên wî tên çapkirin

K24- Navenda Nûçeyan

Jinûve çapkirina hemû berhemên Firat Cewerî dom dike. Çapa nû ya “Kevoka Spî” di nav weşanên Avesta de derket.

Biryare jî heta dawiya salê (2015) çapa hemû berheman temam dibe û berhem tev de di qotiyekê de têne komkirin.

Di medyay Ewropî de jî, gelek rojnameyan bi pesindayîneke berçav behsa Cewerî û berhemên wî kirin, ev jî hin ji nivîsên wan rojnameyan in:

“Her kes nikare mîna Firat Cewerî bi bêhneke dirêj hunera kurteçîrokê bi kar bîne.”

Der Kleine Bund, 1996 (Rojnameya almanî)

”Firat Cewerî nivîskarekî nû û balkêş e.”

Svenska Journalen 1986 (Kovara swêdî)

“Firat Cewerî li ser detayên hûr radiweste, fikrên kûr di wan de dibîne û tîne ber çavan. Ez bawer dikim ew ê bibe hostayê pexşanê.” Emerîkê Serdar, Rya Teze, 1993 (Ermenistan)