Asayîşa niştimanî ya Îraqê hêzên parastina sînor ên Herêma Kurdistanê ji bacekê dibexşe

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê serpereştiya civîna Encûmena Wîzarî ya Asayişa Niştimanî kir û li gorî biryarekê, hêzên parastina sînorên Herêma Kurdistanê ji bacên gumrikê yên taybet bi firotina kelûpelên leşkerî hat bexşandin.

Serokwezîrê Iraqê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar Mihemed Şiya Sûdanî serpereştiya civîna Encûmena Wîzarî ya Asayişa Niştimanî kir û tê de pêşhatên dawî yên rewşa ewlehiyê ya Iraqê hate kirin û tekezî li ser pêşxistina warên ewlehî û îstixbaratê hate kirin.

Encûmena Wîzarî ya Asayişa Niştimanî di civînê de razemendî nîşan da li ser bexşandina hêzên parastina sînor ên Herêma Kurdistanê ji bacên gumrikê yên firotina leşkerî, weke wezaretên Berevanî, Navxwe û Ajansa Dijeterorê ya Iraqê, bi mercê biçekkirina van hêzan bi rêya Wezareta Berevaniyê be û ji aliyê hikûmeta federal ve.