Amerîka piştgiriya helwesta Barzanî dike

‘Aramiya Herêma Kurdistanê ji bo Amerîka pir giring û taybete'

K24 – Navenda Nûçeyan

Brett McGurk Cîgirê Yarîdederê Wezîrê Derveyê Amerîka ragihand ku ew piştgiriya helwesta Barzanî ya derbarê aloziya di navbera Tirkiyê û PKKê de dikin û dixwazin herdu alî vegerin ser mêza giftugoyan.

Îor sêşem 11.08.2015 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Brett McGurk Cîgirê Yarîdederê Wezîrê Derveyê Amerîka û Cîgirê Nûnerê Taybetî yê Serok Obama ya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê û şandekî li gel kir ku ji hejmarek dîplomatkarê Wezareta Derve û Fermandeyê Serbazî yê artêşa Amerîka pêkhatibû.

Li gor daxuyaniya malpera fermî ya Serokatiya Herêmê, di hevdîtinê de aliyan behsa rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna DAIŞê kirin û rewşa bereyên şer li parêzgeha Enbar û navçeyên dinê Iraqê û proseya azadkirina Musil û rêyên şikînandina rêxistina DAIŞê nirxandin.

Di derbarê rewşa navxoya Herêma Kurdistanê şanda mêhvan ji bilî balkişandina rola erênî ya Herêma Kurdistanê li guhertinên navçeyê de tekez jî li wê yekê kir ku aramiya Herêma Kurdistanê ji bo Amerîka girîngiyeke xwe ya taybetî heye.

Di civînê de aloziyên vê dawiyê ya di navbera Tirkiye û PKK xistin ber behs û şanda Amerîka piştevaniya xwe ji bo helwesta Barzanî li vî derbarî de anî ziman û tekez kirin ku ew li wê baweriyê dane ku herdu alî vegerin ser mêza danustandinê.

Di hevdîtinê de şanda mêhvan tekez li berdewamiya alîkarî û hevkarîkirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kirin û ragihand ku dê piştgîriya Amerîka û hevpeymanan ji bo Pêşmerge berdewam dibe.

Her wiha şanda mêhvan hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Amerîka bi mînak û serkeftî wesif kirin û palpiştiya Barzanî ya ji bo lîjneyên hemahengiyê bilind nirxand.