Amerîka: Behsa navçeyên tampon ligel Tirkiyê nehatiye kirin

Enqere jî tekez dike

K24-Navenda Nûçeyan

Washington red dike ku li ser avakirina navçeyên tampon li Sûriy, ligel Enqereyê rêkeftibe.

Mark Toner, ku ji Wezareta Derve ya Amerîkayê ye, di daxuyaniyeke rojnamevanî de îro, 12ê Tebaxê, ragehand ku “rêkeftin derbarê çi çorê navçeyan de nehatiye îmzekirin.”

Duh Sêşemê, televîzyona CNN.turk li ser zarê Wekîlê Wezareta Derve ya Tirkiyê Ferîdon Sînîrlyo ragehandibû ku, Enqere û Washington li ser avakirina navçeyeke tampon li Sûriyê (bi dirêjahiya 98KM û kûrahiya 45KM) rêkeftine, ku dê ji aliyê şervanên Artêşa Azad ve were parastin.

Lê Mark Toner tekez kir ku “em di danûstandinên xwe yên fermî de zelal bûn, me got navçeyên tampon nînin, em behsa vê yekê jî li wêde (Sûriyê) nakin. Em behsa hewldanên berdewam ji bo derkirina Dewleta Islamî (DAIŞ) ji navçeyên dikin.”

Li gor ku Tirkiyê belav kiriye jî, dê ew navçe ji aliyê şervanên tevlî bernameya perwerdeya Amerîkî bûne, were parastin, her du welatên navborî jî dê piştgiriya esmanî ji wan re peyda bike.