Pentagon: Firoke ji Incirlikê difrin

Cara yekem e firokeyên bi firokvan ji Incirlîkê difirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergîrî ya Amerîkayê “Pentagon” dibêje ku bo cara yekem navenda “Incirlik” a li Tirkiyê li dijî DAIŞê bikar aniye.

Berdevka Pentagonê Komondan Alissa Smiht duh, 12 Tebaxê, ragehand ku “Îro Amerîkayê firokeyên li dijî DAIŞê ji navenda Incirlikê de bikar anî.”

Heta niha tenê firokeyên bêyî firokevan ên hevpeymaniya navdewletî ji Incirlikê difiriyan û pêgehên DAIŞê bombebaran dikirin.

Smith amaje bi wê yekê kir jî ku, bikaranîna navenda Incirlikê piştî rêkeftina di navbera Amerîka û Tirkiyê de hatiye, ku di Tîrmeha borî de bo êrîşkirina pêgehên DAIŞê li Sûriyê, hatibû îmzekirin.