Hemû hewlên damezrandina hikûmetê têk çûn

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmed Davutoglu ragehand ku hemi hewlên wî bo damezrandina hikûmeteke hevpeyman têk çûn. Herweha welat berve hilbijartên pêşwext diçe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmed Davutoglu ragehand ku hemi hewlên wî bo damezrandina hikûmeteke hevpeyman têk çûn. Herweha welat berve hilbijartên pêşwext diçe.

Serokê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Ahmed Davutoglo duh 17 Tebaxê li Anqerê bi serokê MHPê Dewlet Behçeli bo derfeta dawî ya damezrandina hikûmeteke hevpeyman hevdîtin kir.

Piştî hevdîtinê Davutoglu ji di konfiranseke rojnamevanî de ragehand “Berêz Behçelî bi zelalî ji min re got ku karîna damezrandina hikûmetê bi AKPê re tune ye.”

Roja pêncşema borî 13 Tebaxê Davutoglu têkçûna gotûbêjiyên bi CHPê re yak u bi çend heftiyan ber xwe dabû, ragehandibû.

Li gor çavdêran, ji ber van encamên hevdîtinan, li pêş Tirkiyê ji bilî hilbijartinên pêşwext namîne. Li gor wan çavdêran jî dema hilbijartên pêşwext dê 22 Tişrîna duyem be.