Li Agirîyê xendek tê kolan

beriya niha jî li vê navçeyê otombîlên bombirêjkirî bi kartanîn

K24-Navenda Nûçeyan

Gerîlayên PKKê li ser rêya Bazîd û Îdirê 4 otomobîlên sivîlan revandin û birin zozanên Korxanê. Walitiya Agiriyê jî ji tirsa ku otomobîl têne bomberêjkirin, li ser rêya Çiyayê  Agirî xendek kola.

Di daxuyaniyekê de şêwermendê Waliyê Agiriya Bakurê Kurdistanê Mewlûd Ozmen duh, 22ê Tebaxê, ragehand ku PKKê beriya niha jî li vê navçeyê otombîlên bombirêjkirî bi kartanîn, lewma wan ji tirsa pêwîst dîtin ku li ser rêya Bazî û Îdirê xendekan bikolin.

Ji aliyê xwe ve jî berpirsê şaredariya Îdirê xwest ku wan xendekan bi rêya dozeran dagre lê Waliyê Agirê ew yeke qebûlnekir.

Pelementarê HDP yê bajarê Îdirê Mihemed Emîn Adiyeman nerazîbûna xwe anî ziman û diyakir ku ew yeke rê li çûnûhatina welatiyan li zozanan digre.

Adiyeman da zanîn û got: ‘’Ewlekarî bi çareseriya demokratîk pêk tê. Bi kolandina xendekan nayê. Eger hun li dora gundan xendekan bikolin, gundan dibin zîdanên servekirî, û bi vî awayê ewlekarî pêk nayê.’’