Malbatên leşkeran ji şerê dewletê û PKKê ne razîne

Parlementerên AKPê ji merasîmê vekişiyan

K24- Navenda Nûçeyan

Li bajarê Osmaniyeya Tirkiyê malbata efserê artêşa Tirkiyê ku ji aliyê PKKê ve hatibû kuştin, li dijî hikûmeta Ak Partî ne razîbûnek tund nîşanda.

Duh, 23ê Tebaxê, termê efserê Tirk bi navê Alî Alkan li Osmaniye bi merasîmekê hate veşartin. Berpirsên dewletê û parlamenterên Osmaniye jî beşdarê merasîmê bûn ku têde birayê Alî, Mehmet Alkan ku ew bixwe jî efsere di artêşa Tirkiyê de, nerazîbûnek tund nîşanda.

Mehmet Alkan li ser termê birayê xwe got: ‘’Birayê min 32 salî bû. Kujerê wî kîye, berpirs kî ye? Ewên ku heta duh behsa aştiyê dikirin îro çima dibêjin şer?’’

Di dema nimêjê de jî malbata Alî Alkan li dijî parlamenterên AKPartî ne razîbûn nîşanda. Ji ber vê parlamenter ji merasîmê derketin.

Heftiya borî jî di dema veşartina termê 8 leşkeran de ku di teqînekê li Sêrtê de miribûn, malbatên leşkeran li dijî şer nerazîbûna xwe derbirî bûn.