Bîlançoya şerê Tirkiyê û PKK eşkere dibe

Hat ragehandina ku, di heyama 48 rojan de, ji encama êrîşên gerîlayên PKK, 57 leşker û polîsên Tirkiyê hatine kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Hat ragehandina ku, di heyama 48 rojan de, ji encama êrîşên gerîlayên PKK, 57 leşker û polîsên Tirkiyê hatine kuştin.

Li gor ku ajansa AAyê belav kiriye, ji encama operasyonên hêzên Tirkiyê di hundêr welat de jî, 88 gerîlayên PKK şehîd bûne, 14 hatine girtine di nav wan de 11 birîndar in.

Di bîlançoyê de hatiye jî ku, gerîlayan 210 otombîl jî şewitandin. 

Herwiha di wê amarê de diyar bûye ku, di operasyonên Tirkiyê de li dijî pêgehên PKK çi li navxwe û çi li derveyî Tirkiyê, 814 gerîla şehîd bûne. 

Ji nav wan di navbera 250 – 300 gerîla di operesyonên hundir Tirkiyê de hatine kuştin. Di êrîşên ezmanî yên li Başûrê Kurdistanê de jî 450 gerîla hatine Kuştin.

Di operesyonên dûvçûn û girtinê de, hêzên ewlekariya Tirkiyê 2014 kes ji alîgirên PKKê, DAIŞ û Partiya Rizgariya Gel a Şoreşgerî girtine.