UNICEF: Ciwan û zarokên Iraqê qurbaniyên yekem ên guherîna keşûhewayê ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gor raporeke rêxistina UNICEFê ji %60ê nifûsa Iraqê, di bin 25 saliyê re ne û piraniya wan ji ber guherîna keşûhewayê di bin metirsiyê de ne.

Guhertina keşûhewayê ji bo Iraq û Iraqiyan, jêdera hejmarek nexweşî û karesatên mirovî ye û zarok qurbaniyên yekem in.

Iraq yek ji wan pênc welatên cîhanê ye ku herî zêde ji guherîna keşûhewayê bandor bûye û ziyanên wê sal bi sal zêdetir dibin.

Li gorî rapora Rêxistina UNICEFê, derbarê ziyanên guherîna keşûhewayê û metirsiyên li ser zarok û ciwanan de, ji 163 welatên cîhanê, , Iraq di rêza 61emîn a cîhanê de ye.

Li gor wê raporê, ji %60ê xelkê Iraqê temenê wan di bin 25 saliyê re ne, ev jî tê wateya ku piraniya xelkê Iraqê di bin metirsiya van guhertinan de ne.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê, her mehê 20 heta 25 zarokan bi nexweşiya penceşêrê dikevin, ji bilî tomarkirina bêhejmar a haletên navçûn, bihntengiyê û hişkbûnê di nava zarokan de.

Kovara CEO Wild ya Amerîkî diyar dike, rêjeya gaza karbondîoksîtê ji kargeh û parzûngehan ew qas zêde ye ku her kesekî Iraqî salane bi 4.9 ton karbondîoksîtê re rûbirû dibe.