UNESCO: DAIŞê tawanên şer li Tedmurê kiriye

UNESCOyê ragehand ku wêrankirina DAIŞê ji perestgeha “Bal Şimîn” ya dîrokî re li bajarê Tedmurê “Tawana şer” e.

K24 – Navenda Nûçeyan

UNESCOyê ragehand ku wêrankirina DAIŞê ji perestgeha “Bal Şimîn” ya dîrokî re li bajarê Tedmurê “Tawana şer” e.

Rêxistina Netewên Yekbûyî ya Perwerde û Zanist û Kelturê (UNESCO) duh, 24 Tebaxê, di daxuyaniyeke fermî de ragehand ku wêrankirina DAIŞê ji perestgeha “Bal Şimîn” re şikestineke mezin e ji gelê Sûriyê û mirovahiyê re.

Roja 23 Tebaxê çekdarên DAIŞê perestgeha “Bal Şimîn”ê ya dîrokî bi tebabeke mezin ji teqemeniyê teqandin, ku beşeke mezin ji perestgehê hat wêrankirin.

Rêvebera Giştî ya UNESCOyê Irina Bokova amaje bi wê yekê kir ku “Wêrankirina bipilan a DAIŞê ji çand û keltura Sûriyê re, armanc jê bêparkirina gelê Sûriyê ji zanist, nasname û dîroka wê re ye.”

Li gor UNESCOyê perestgeha “Bal Şimîn” yek ji girîngtirîn û bedewtirîn avahiyên dîrokî ye, dîroka wê jî vedigere 2 hezar sal.