PDPK-Sê 14emîn kongreya xwe lidar dixe

Li jêr durûşma yekrêziya gelê kurd misûgeriya bi destxistina mafên netewî kongreya 14emîn ya Partiya Demokray a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê lidar ket.

K24 – Qamişlo

Li jêr durûşma yekrêziya gelê kurd misûgeriya bi destxistina mafên netewî kongreya 14emîn ya Partiya Demokray a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê lidar ket.

Li bajarokê Amûdê ya Rojavayê Kurdistanê îro 20 Mijdarê, 14mîn kongreya giştî  ya Partiya Demokray a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê PDPK-S dest pê kir, herwiha Li gor serkerdeyên PDPK-S kongir dê hewl bide ku bibe derfetek bo nêzîkirina hêzên siyasî li rojavayê kurdistanê be.

Sekreterê Giştî ya PDPK-S Ebdulhemîd Hac Derwêş ji K24ê re ragehand ku, ew tim dixwazin dîmokratî li Sûriyê derkeve, herwiha got jî “Me ti carî meseleya netewî nedida pêş meseleya niştimanî.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ENKS Îbrahîm Biro ku beşdarî Kongreya PDPK-Sê bûbû, ji K24ê re ragehand ku, “Em bi hêvî ne ku lihevhatinek Kurdî ya nêzîk çê bibe, ji ber ku kongreyên navdewletî çê dibin bo çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyê re, lewre ji Kurda tê xwastin ku bi yek nêrînê di wan kongreyan de beşdar bibin.”

Di kongreya 14emîn ya PDPK-Sê de gelek partiyên Rojava û Başûrê Kurdistanê amade bûn.