Hesen Salih: Derveyî ENKSê ti projeyekî netewî ya Kurdî tune ye
K24 – Navenda Nûçeyan
Serkirdeyekî Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYK-S) dibêje biryara vekişîna Partiya pêşverû ji Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ne di cihê xwe de ye.
Cîgirê Serokê PYK-S Hesen Salih îro 26 Mijdarê tevlî bultena K24ê bû û ragehand ku biryara vekişîne Partiya Demokratî ya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê (PDPK-S) ne di cihê xwe de ye û derveyî ENKSê ti projeyekî netewî ya Kurdî tune ye.
Salih got jî, ENKSê nûnertiya gelê Kurd dike û xwedî projeyeke netewî ye, ji ber ku piştî kongreya sêyemîn ya ENKSê, ENKSê bi xurtî karê xwe dike. Herwiha Salih got ku ENKSê gelek xwepêşandan kirin û hat dîtin ku çawa miletê Kurd li dora ENKSê ye
Salih got jî: “Tev-Dem dijminatiya projeya netewa Kurdî dike û gelek zilm û zor li miletê Kurdî dike, heger PDPK-Sê xwe bi aliyê Tev-Demê de, ewê gelek ziyanê bike.”
Salih diyar kir ku, ENKSê her ji rêkeftin û gotûbêjên bi Tev-Demê re amade ye lê divê Tev-Demê derbasbûna Pêşmergeyên Rojava qebûl bike.