Kuştina Tahîr Elçî û aloziyên li Bakurê Kurdistanê

Aloziyên li Bakûrê Kurdistanê ranawestin. Her roj eger tundrewî, alozî çênebin derbas nabe êdî. Îro jî li Diyarbekirê, li Taxa Sûrê Serokê BAROya Diyarbekirê Tahîr Elçî hat kuştin, alozî her diçe zêdetir dibe. Li Bakûrê Kurdistanê, ji ber aloziyan rewşa tevlîhev metirsîdartir dibe.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Aloziyên li Bakûrê Kurdistanê ranawestin. Her roj eger tundrewî, alozî çênebin derbas nabe êdî. Îro jî li Diyarbekirê, li Taxa Sûrê Serokê BAROya Diyarbekirê Tahîr Elçî hat kuştin, alozî her diçe zêdetir dibe. Li Bakûrê Kurdistanê, ji ber aloziyan rewşa tevlîhev metirsîdartir dibe. 

Ev dimên, destpêka aloziyên 28ê mijdarê de,  li navçeya Surê ya Diyarbekirê ne, 2 kes bi vê teksiya taybet tên, 4-5 polîs nêzîkî otomobîlê dibin, herdû êrişkar  ewil li vir 3 polîsan bi giranî birîndar dikin û yekê ji wan canê xwe jidest da. Êrişkarek, ber bi kolana ku Baroya Diyarbekirê, lê daxuyanî dida ve direve.

Di wê kolanê de jî buyer wiha diqewime. Wek xuya ye, Elçî, hewla fêm kirina pirsgirêkê dide, di wê navberê de, tevlîhevî çêdibe û piştî wan teqînan Tahîr Elçî bi vî rengî tê kuştin.  

Tahîr Elçî û BAROya Diyarbekirê, îro di 28ê Mijdarê de, ji bo balkişandina texrib kirina bermayîyên dîrokî di 10 û nîvan de, li Taxa dirokî ya Sûrê, li ber Mînareya 4 ling daxuayniyek belav kirin. Dema ku daxuaynî xilas dibe, ew buyer pêkt ê û di encamê de jî Serokê BAROya Diyarbekir Tahîr Elçî, li ber Mînareya 4 ling ku ji 500 salî zêdetir e hatiye çêkirin bi guleyeka ku berî pişt stoyê wî dane canê xwe jidest da.

Cenazeyê Tahîr Elçî rakirin morga Nexweşxaneya Selahadîn Eyûbî, li wir malbata Tahîr Elçî, serok û endamên BAROyên Heremê, Hevserokê  Partiya Demokratîk a Gelan HDPê Selahadîn Demirtaş jî di nav de, serok û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl jî li ber morgê civiyan û bi xemgînî bûyer şermezar kirin.  

Piştî, buyerê jî şer û pevçûn û alozî li Diyarbekir bê rawestan didomin. Xwepêşandan û aloziyên bi hêzên ewlehiya Tirk re li gelek tax û navçeyên Diyarbekir dest pê kirine.

Tahîr Elçî ji ber ku gotibû PKK ne rêxistineke terorîst e, doz lê hatibû vekirin û di raya giştî ya Tirkiyeyê de bi neyînî nûçe li ser hatibûn belav kirin. Ji ber vê yekê hin alî jî diibêjin ku kuştina Tahîr Elçî sûîkast e.

Ji aliyê din ve, li ciyê buyerê gelek polîsên ku ruyên xwe girtibûn, êrişî rojnamevan û welatiyên sivîl jî kirin. Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê lêpirsîn da destpê kirin. 

Cenazeyê Tahîr Elçî dê sibe 29ê Mijdarê di demjimêr 10-an de piştî merasîmeke li ber pêkerê mafê mirovan yê li parqa Koşûyoliyê bê lidarxistin, dê piştî nimêja nîvroyê li goristana Yênîkoy ya Diyarbekir bê veşartin.