Rewşa dawî ya Diyarbekirê

2 zarok û jinek ji aliyê polîsan ve hatin kuştin.
kurdistan24.net

K24- Diyarbekir

Li Diyarbekira Bakurê Kurdistanê 2 zarok û jinek ji aliyê polîsan ve hatin kuştin.

Peyamnêrê Kurdistan24 li Diyarbekirê got ku, carek din welatiyên bajêr li dijî biryara qedexeya çûn û hatinê rijiyan ser cadeyan û polîsan êrîşê wan kir.

Ji encama tundiya polîsan 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan.

Danê nîvro jî jinek ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin. Li gor daxuyaniyên fermî jî, wê jinê êrîşî polîsan kiribû.

Hevdem qayimqamiya navçeya Sûrê ya Diyarbekirê qedexeya çûn û hatin li taxên Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglu, Hasirli, Cemal Yilmaz , Savaş û Rêya Gaziyê ragehand.