700 jinên Tûnisî tevlî DAIŞê bûne
K24 - Navenda Nûçeyan
Wezîra Jin û zarokan a Tûnisê ragehand ku heta niha 700 jinên welatê wê tevlî rêxistina DAIŞê li Sûriyê bûne.
Wezîra Jin û Zarokan a Tûnisê Semîra Meriê doh li Parlamentoyê ragehand ku tevlîbûna jin û zarokan bo nav grûbên radîkal li Sûriyê ji wan DAIŞ bûye diyardeyek di civaka Tûnisê de û heta niha zêdeyî 700 jin çûne nav grûbên radîkal ên wek DAIŞê.
Meriê da zanîn ku planeke civakî bi mebesta rêgirî li wê diyardeyê bo alîkariya jin û zarokan ji aliyê hikûmeta Tûnsê hatiye danîn.
Li gor amarên NYê "5 hezar û 500" Tûnisî tevlî DAIŞê bûne, ku piraniya wan bi rêya Tirkiyê û Lîbyayê diçin Sûriyê.