Asyaişa Efrînê 2 çalakvanên rêxistinên sivîl digire

Asayişa Efrînê du çalakvanên din ên rêxistinên sivîl digire. Bi vê yekê jî hejmara girtiyên rêxistinên sivîl dibe 21 girtî.

K24 – Efrîn 

Asayişa Efrînê du çalakvanên din ên rêxistinên sivîl digire. Bi vê yekê jî hejmara girtiyên rêxistinên sivîl dibe 21 girtî.

Li gor peyamnêrê K24ê li Efrînê, asyişa Efrînê îşev,10 Kanûnê, Berpirsê Beşa Projeyên Çandiniyê yê Komeleya Buhar a Hawarçûnê, Melaz Mihemed li gel hevjîna wî Heyat Wezîro girtin.

Asayişa bajarê Efrînê pêr, danê êvarî 19 çalakvanên civaka sivîl yên ku di rêxstinên sivîl û dezgehên mirovî de kar dikin û peyamnêra “Orient” li Efrînê Cîhan Misto girtin.

Lê li gor peyamnêrê K24ê, vê êvarê 9 çalakvanên ku pêr hatibû girtin, ji aliyê asayişa Efrînê seserbest hatin berdan. Lê hîn 10 ên din girtî ne.

Li gor daxuyaniyekê ji Desteya Navxwe ya Kantona Efrînê di vê derbarê de ku tuhmetên diziyê û firotana alîkariyan û dewlemendiya hin çalakvanan arasteyî wan çalakvanan bûne.