Fesla Yosif: Di Sûriyaya pêşerojê de binpêkirina mafê Kurdan nayê qebûlkirin

Cîgira Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) radigehîne ku di Sûriyaya pêşerojê de nema tê qebûlkirin ku mafê gelê Kurd were binpêkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgira Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) radigehîne ku di Sûriyaya pêşerojê de nema tê qebûlkirin ku mafê gelê Kurd were binpêkirin. 

Cîgira Serokê ENKSê Fesla Yosif îro 10 Kanûnê, tevlî bultena K24ê bû û ragehand ku, sedema xwepêşandanên ENKSê ji ber kiryar û biryarên çewt yên Rêveberiya Xweser in.

Yosif diyar kir ku, bi riya xwepêşandanên aştiyane dixwazin kiryar û biryarên Rêveberiya Xweser şermezar bikin. Herwiha Yosif amaje kir ku, dibe ku yekser ti encamên van xwepêşandanan tune bin, lê tekez kir jî dê encamên wê hebin.

Yosif derbarê kongreya Dêrikê de got ku, ti encamên berbiçav ji wê kongreyê xuya nebûne, lê tekez kir ku destên wan her berve gotûbêjê û rêkeftinan dirêj e.

Kongreyê Dêrikê ya di bin navê (Kongreyê Sûriyeye Demokratîk bo Hêzên Opozîsyonê) de roja 8ê Kanûnê, bi beşdariya çend aliyên siyasî yên Kurd, Ereb û Xirîsatiyan hatibû lidar xistin.

Derbarê kongreya Riyadê ya opozîsyona Sûriyê de, Yosif got ku, li gor daxuyaniya dawiyê yê wê kongreyê ne li gor dilê wan e. Herwuha Yosif diyar kir jî ku di Sûriyaya pêşerojê de nema tê qebûlkirin ku mafê gelê Kurd were binpêkirin.