Sê teqîn li Til Temirê pêtirî 15 kesan dibin qurbanî

Li bajarokê Til Temir ê Rojavayê Kurdistanê 3 teqîn pêk hatin û bi dehan welatî di navbera kuştî û birîndaran hene.

K24 – Qamişlo

Li bajarokê Til Temir ê Rojavayê Kurdistanê 3 teqîn pêk hatin û bi dehan welatî di navbera kuştî û birîndaran hene.

Li gor peyamnêrê K24, Ridwan Bêzar diyar kir ku, îro 10 Kanûnê danê êvarê, teqîn bi rêya 3 otomobîlên bombekirî bû û “Bazar, Cadeya Filestîn û Nexweşxaneyê Til Temirê” armanc kirin e.

Li gor ku welateyekî ji nava bajarokê Til Temirê bi navê Fazil Elî, ji K24ê re ragehandiye ku, her 3 teqîn di heman demê de bûne, herwiha dora 15 kesan jiyana xwe jidest dane û gelek birîndar hene.

Li Elî ku, ji ber tundiya teqînan bajarokê Til Temirê tev de hejiya û gelek avahî hatine hilweşandin û hîn qurbanî jî di bin avahiyan de hene, lewre hejmara kuştiyan hîn ne diyar e.

Elî got jî ku, wan tenê 4 kuştî nas kirine, ji ber ku gelek kuştî ji ber tundiya mirina wan nehatine naskirin.

Elî diyar ku, ji ber ku nexweşxaneya Til Temirê jî wêran bûye herwiha ajokarê ambulance jî jiyana xwe jidest daye û diktor jî tune ne, ew neçar dibin birîndaran berve Dirbasiyê, Qamişlo û Amûdê vediguhêzin.

Elî got ku, heya niha ti kesî berpirsetiya xwe derbarê wan her 3 teqînan li xwe negirtiye, lê ew gûman dikin ku DAIŞ li pişt wan teqînan be.

Li gor peyamnêrê me gotiye ku, heta niha ti amareke fermî ya kuştî û birîndaran nehatiye ragehandin, lê diyar kir ku teqînan ziyanên madî û mirovî yên mezin li pey xwe hiştine.