Qedexeya li Sûra Diyarbekirê disan hat ragihandin
K24 - Diyarbekir
Li Bakurê Kurdîstanê qedexeyên derketina kolanan û operasyonên tund berdewam in.
Li Sûr a Navçeya Dîyarbekirê ku cara 5emîn û 9 roj qedexe berdewam kir şeva borî hatibû rakirin, lê hê 24 demjimêr derbas nebûn, li navçeyê careke din qedexe hat îlan kirin.
Qaymeqamiya Sûrê ragihandiye ku, “ji bo rakirina xendekan û cîbicîh kirina ewlehiyê dê li Sûr a Navçeya Diyarbekirê operasyon destpê bikin. Ji bo ewlehiya can û malên welatiyan derketina kolanan di 11ê Kanûnê demjimêr 16an de hatiya îlan kirin.”