Li bajarê kavilbûyî perwerdekirina mamosteyên Kurdî

Xula yekem a perwerdeyê li Peymangeha Amadekirina Mamostayên Kurdî ya Kobanê, bi dawî bû û di encam de 190 mamosteyên Kurdî derçûn.
kurdistan24.net

K24 - Kobanê

Bi armanca fêrkirina zimanê Kurdî û zanistên civakî li dibistanan, xula yekem a perwerdeyê li Peymangeha Amadekirina Mamostayên Kurdî ya Kobanê, piştî şeş mehan bi dawî  bû û di encam de 190 mamosteyên Kurdî derçûn.

Derbarê vê mijarê de karmendekî Peymangehê bi navê Mihmed Xal wiha axifî: "Di şeş mehan de me karî neh dersan bidin, ji wan jî bîrkarî, dîrok, zanist, wêje, zimanê Ingilîzî, zimanî Erebî û hinek waneyên din, niha em gehiştin dawiyê."

Lê mamosteyên ku derçûne amaje bi wê yekê dikin ku şeş meh têra perwedekirina wan nake, Peymangeha Amadekirina Mamosteyên Kurdî jî hewl dide ku dema xula duyemîn a perwerdekirina wan mamosteyan bike 9 meh û pişt re jî sîstema du salan were bikaranîn.

Li ser xula duyemîn a perwerdekirinê Mamoste Şêrîn Haçim ji K24ê re got: "Pêwîstiya me bi du salan heye heta em bi awayekî akademîk werin perwerdekirin, ne tenê şeş meh, berî niha me 16 sal zimanê Erebî dixwendin û em dihatin perwerdekirin, daku bibin mamosteyên zimanê Erebî".

Mamosteyên zimanê Kurdî perwerdeya 8 hezar xwendekar li dibistanên Kobanê birêve dibin, li gor beşek ji welatiyên deverê, mamosteyên ku ji Peymangeha Amadekirina Mamosteyên Kurdî bawernameyên xwe werdigirin, ne di wê astê de ne ku bikarin xwendekaran li dibistana fêrî ziman û zanistê bikin.