Qedexeyan bandor li zêdeyî milyonek kes kiriye

Weqfa Mafên Mirov a Tirkiyê, da zanîn ku di nav 4 mehên dawî de li Bakurê Kurdistanê, li 17 navçeyan ku milyonek û 299 hezar kes dijîn qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.

K24 – Stenbol

 Weqfa Mafên Mirov a Tirkiyê, da zanîn ku di nav 4 mehên dawî de li Bakurê Kurdistanê, li 17 navçeyan ku milyonek û 299 hezar kes dijîn qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.

Li gor amarên navenda Dokumantasyonê ya Weqfa Mafên Mirov, di navbera 16ê Tebaxê û 11ê Berfenbarê de li 17 navçeyên 7 bajaran, 52 caran qedexeya derketina derva hatiye ragihandin.

Di nav navçeyan de qedexeya herî dirêj 14 roj li Nisêbînê berdewam kiriye. Li Farqînê 12 roj, li Cizîrê 8 roj derketina bo derva hatiye qedexekirin.

Li bajarê Diyarbekirê li 8 navçeyan bi tevahî 31 caran qedexeya derketina derva hatiye ragihandin. Tenê li Lîceyê hefteyekê qedexeyê berdewam kiriye.

 Biryara qedexeyê li 3 navçeyên Mêrdînê 9 roj,  li 2 navçeyên Şirnexê 5 caran hatiye ragihandin. Herwiha qedexeyê bandor li nêzîka milyonek û 300 hezar kesan kiriye. Qedexeya derketina derva cara yekem li navçeya Gimgima Mûşê hatibû ragihandin.